Scott Bates: Hevpeymaniya bi Pêsmerge re gelek girîng e
PeyamaKurd- Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Scott Bates ragihand ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, li dijî terorê û jinavbirina IŞÎDê, xwedî roleke mezin bûye û ev hêz jî dibe sedem ku pêwîstiya bi vê hevkariyê zêdetir bibe.
Scott Bates,li ser rastlêhatina salvegera 11ê Îlonê ji bo K24ê axivî û rola pêşmerge ya di têkoşîna li dijî rêxistina terorî ya IŞÎDê de anî zimên. Bates di nirxandinên xwe de got,
“Niha Amerîka parastî ye. Amerîka bi berawirde bi salên destpêkê yên vê hezarê re û beriya êrîşên 11ê Îlonê re, guhertinên derbas kirine. Niha bi milyonan Amerîkî bi hesteke xemgîn, qurbaniyên vê bûyerê bi bîr tînin.
Em nikarin terorê ji kokê rakişînin lê belê hevpeymaniyeke me ya navdewletî ji California heta Koryaya Başûr û Kurdistanê heye û me xwe ji aliyê leşkerî, siyasî û ewlehiyê ve xwe bi rêxistin kiriye û gavên baş havêtine.”
Alîkarê wezîr da zanîn ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê rûbirûyî metirstirîn rêxistina terorê bûye û wan bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karibûye IŞÎDê têk bibe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin