Amerîkayê pesnê Pêsmerge da: Hevkarekî gelek bi qabîliyet e

30 nîsan 2019 16:50
Amerîkayê pesnê Pêsmerge da: Hevkarekî gelek bi qabîliyet e

PeyamaKurd – Cîgirê Berpirsê Rojhilata Navîn ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Michael Mulroy, “Ji ber rola Pêşmerge ya di Operasyona Leşkerî ya Viking-Çakuç a sala 2003yan, spasiya Pêşmerge kir.

Rayedarê Pentagonê Michael Mulroy li saziya ramanî ya Navenda Ewlekariya Amerîkayeke Nû (CNAS) daxuyaniyek da û pesnê hêzên Pêşmerge yê di Operasyona Leşkerî ya Viking-Çakuç da û silav li Pêşmerge kirin.

‘HÊZÊN PÊŞMERGE BÊYÎ KU BITIRSIN…’

Michael Mulroy dibêje, Operasyona Viking-Çakuç operasyoneke li dijî rêxistina Ensar el Îslamê ye ku piştî îlona 2001ê li derdora Helebçê baregehek ava kiribû, “hêzên Pêşmerge bêyî ku bitirsin êrîşî wê hêzê kirin.”

‘PÊŞMERGE HEVKAREKÎ BI QABÎLIYET E’

Mulroy derbarê rewşa Sûriyê de jî axivî, “Hemû rêxistinên ku weke dûvikê El Qîdeyê ne li Idlibê ne. Li hundir çi diqewime em baş nizanin û lewra em ji ber vê yekê nîgeran in”

Ji bo Hêzên Demokratîk ê Sûriyê (HSD) jî ev tişt bilêvkirin, “hevkarekî me yê beş e. Herêma di destê HSDê de ji hêla çandinî û petrolê ve dewlemend e û em ligel wan li wê deverê ne.”