Amerîkayê careke din pesnê Pêsmerge dide

29 adar 2018 19:29
Amerîkayê careke din pesnê Pêsmerge dide

PeyamaKurd - Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya li dijî DAIŞê li Iraqê General Walter Payet ragihand ku wek xelkê Kurdistanê hemû dinya şanaziyê bi serkeftinên Pêşmerge li dijî DAIŞê dike û ev şer ji bo hemû mirovahiyê bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Walter Payet û Serkonsolosê Amerîkayê li Hewlêr Ken Gross kir.

Li gor malpera hikûmeta Kurdistanê di hevdîtinê de li ser hevkariya dualî ya Hewlêr-Washington, başbûna têkiliyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de û mijarên herêmî hatin axaftin.


Walter Payet di hevdîtinê de behsa şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê kir û anî ziman ku Pêşmerge di vî şerî de serkeftinên mezin bi dest xistin û ev şer ji bo hemû mirovahiyê bû.

Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya Amerîkayê kir ku piştevana wan bûye û got ji bo penaber vegerin ser malên xwe divê rêgeçareyek were dîtin.