Ji Hevpeymaniya Navdewletî daxuyaniya Pêsmerge

17 hezîran 2019 17:00
Ji Hevpeymaniya Navdewletî daxuyaniya Pêsmerge

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, derbarê Pêşmerge de daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha zêdetirî 173 hezar Pêşmerge û leşkerên iraqî hatine perwerdekirin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku heta niha zêdetirî 173 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqê hatine perwerdekirin.

Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku di beşeke mezin a wê perwerdeyê de iraqiyan pêşangiya Hevpeymaniyê kiriye.

Piştî ku di Hezîrana sala 2014an de DAIŞê ji Sûriyê berê xwe da Iraqê û hinek bajarên mezin ên Iraqê kontrol kirin, hêzên Hevpeymaniyê bi hêzên xwe yên esmanî piştgiriya Hêzên Iraqê û Pêşmerge kiribû û pêşveçûna DAIŞê rawestandibû.

Pişt re Hevpeymaniyê di warê perwerdeyê de hem piştgiriya artêşa Iraqê kiribû û hem jî ya Pêşmerge û bi taybetî ji hêla esmanî ve piştgiriyeke xurt kiribû.