Wezareta Pêşmergeyan: Di êrişa Îranê de 6 Pêşmerge şehîd ketin

24 adar 2026 12:25

Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di du êrîşên cuda de ku serê sibê pêk hatin de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmergeyan: Di êrişa Îranê de 6 Pêşmerge şehîd ketin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke Wezareta Pêşmergeyan de hat ragihandin ku serê sibê baregeha yekîneyeke girêdayî Fîrqeya 5emîn a Piyadeyan a Hêzên Pêşmergan, ku li ser sînorê herêma Soranê ye, û herwiha baregeha Fîrqeya 7emîn/Fîrqeya 1emîn a Piyadeyan hatine hedefgirtin. 

Daxuyaniyê diyar kir ku êrîşên li ser van cihan bi şeş mûşekên balîstîk ên Îranê hatine kirin.

'Wê bersiveke pêwîst bê dayîn'

Wezaretê ragihand ku di êrîşan de şeş Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Wezareta Pêşmergeyan her wiha êriş şermezar kir û diyar kir ku dê bersiveke pêwîst li dijî binpêkirinên li ser Herêma Kurdistanê bê dayîn. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û aliyên pêwendîdar hat kirin ku li hemberî êrîşên wiha bêdeng nemînin.