Peyama Neçîrvan Barzanî wê li qada Newroza Diyarbakirê were xwendin

20 adar 2026 15:17

Li Diyarbekirê (Amed) amadekariyên ji bo Newroza ku wê sibehê were pîroz kirin didomin. Hat ragihandin ku nêzîkî 400 nûnerên medyayê yên navneteweyî û herêmî ji bo şopandina çalakiyan hatine akredîte kirin.

Peyama Neçîrvan Barzanî wê li qada Newroza Diyarbakirê were xwendin

RûpelNews - Li bin pêşengiya Partiya DEMê, Newroz wê bi drûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê ” li Parka Newrozê ya navçeya Baglarê were lidarxistin.

Hat diyarkirin ku amadekariyên teknîkî ji çend rojan berê dest pê kirine. Tê payîn kirin ku partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, sendîkay û rêxistinên jinan beşdar bibin. Her weha, ji welatên wek Fransa, Almanya, Swêd, Katalonya, Misir û Hindistanê mêvanên navneteweyî û ji Herêma Kurdistanê jî kesên asta bilind beşdar bibin.

Amadekariyên ewlehiyê

Di çarçoveya rêxistina Newrozê de, 600 kes ji bo ewlehiyê hatine tayînkirin. Li dergehên têketinê, parlementeran, endamên Meclîsa Partiyê û parêzeran amade bin.

Peyama Neçirvan Brzani wê were xwendin

Di çalakiyên ku saet 10:00’ê dest pê dikin de, tê hêvîkirin ku Tuncer Bakirhan û kesên din axivin.

Hat diyarkirin ku peyama Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî wê were xwendin. Herwuha peyamên Serokê YNKê Bafil Talabanî û  Abdullah Öcalan jî wê li qada Newrozê were ragihandin.

Di bernameyê de hunermendên wek Dilan Top û Erkan Top, Alend Hazim, Agirê Jiyan û Zinar Sozdar dê li ser sehneyê derkevin.

Hişyariya baranê

Hat ragihandin ku baranên ku di van rojên dawî de li bajarî bandor kirine, wê di roja Newrozê de jî bidomin.