Neçîrvan Barzanî derbarê qezaya trafîkê ya li Sûriyê peyama sersaxiyê weşand
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî qezayeke trafîkê ya li Sûriyê ku tê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, peyameke sersaxiyê weşand.
RûpelNews - Di peyama xwe de, Barzanî diyar kir ku ew bi "şîn û xemgîniyeke mezin" ji qezayê agahdar bûye û sersaxiya xwe ji malbat û hezkiriyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û her wiha ji hikûmeta Sûriyê re xwest.
Barzanî, ku destnîşan kir ku piraniya kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane endamên Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyê bûn got, "Ez ji Xwedayê Mezin re hêvî dikim ku li ser kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmê bike û ji bo birîndaran jî şîfayeke bilez bide."
35 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî zanyariyan, di qezayeke trafîkê ya ku îro li ser otobana Dêrezor-Dimeşqê piştî lihevketina du otobusên rêwiyan qewimî, 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.
