Rûsya: Kurdên Sûriyê tenê ‘Statuya fermî ya ziman’ dixwazin

13 mijdar 2018 13:43
Rûsya: Kurdên Sûriyê tenê ‘Statuya fermî ya ziman’ dixwazin

Peyamakurd - Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê girîngiya beşdariya kurdan di proseya çareseriya siyasî ya Sûriyê de anî ziman û got, ‘Kurd di destûrê de statuya fermî ji bo zimanê xwe dixwazin’.

Li gor nûçeya Spûtnîk a rûsî Bogdanov da zanîn ku ‘Pirsa nûnertiya berjewendiyên kurdan kî dike tim di rojeva aliyên beşdar de ye. Lewma jî dema proseya siyasî destpê bike, ya rast ew e ku li şûna cûdaxwaziyê (perçekirina Sûriyê) nûnerên kurdan jî di proseya siyasî de beşdariyê bikin. Ji despêkê ve ev mentiqê me jî bû.’

‘EREB PÊ NE XWEŞ IN KU KURD ERDA SÛRIYÊ KONTROL DIKIN’

Bogdanov îdia kir ku parçebûna nav kurdan rewş xerab kiriye û wiha axivî: “Nûnerên kurdan ên di nav komîteyên opozîsyona gotûbêjan a Riyad, Qahîre û Moskowê de hene. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) heye. Konseya Demokratîk a Sûriyê heye. Kurdên li vê derê cûda ne, lê bi piştgiriya Amerîkayê bi rastî jî beşek erdê kontrol dikin û ev jî ji aliyê erebên Sûriyê ve bi kêfxweşî nayê pêşwazîkirin, dibe sedema nexweşiyê. A rast em jî vê fahm nakin.”