Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov: Pirsgirêka Kurd li Sûriyê tenê pirseke navxweyî ye

28 rêbendan 2025 14:17
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov: Pirsgirêka Kurd li Sûriyê tenê pirseke navxweyî ye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, pirsgirêka Kurd li Sûriyê tenê mijareke navxweyî ye û divê Sûriye biryarê bide.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê bersiva pirsa derbarê helwesta welatê xwe li hember Kurdên Sûriyê daye û gotiye, "Derbarê statuya taybet a Herêma Kurdistanê de, em di wê baweriyê de ne ku ev mijara hestiyar bi tevahî mijareke navxweyî ya Komara Erebî ya Sûriyê ye. Li gorî me, biryarên li ser mijareke girîng weke sîstema dewletê divê ji aliyê Sûriyê ve li ser bingehê were dayîn. Lihevkirina neteweyî, bêyî 'teşwîqek' ji derve."

Herwiha diyar kir ku Rûsya piştgiriya pêkanîna prensîbên yekîtî, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê dike û bal kişand ser wê yekê ku ji nû ve avakirina Sûriyê piştî şer tenê bi beşdariya komên etno-olî, ku Kurd jî di nav de, bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 pêkan e.