Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê pirsgirêka koçberan gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê Gabrielius Landsbergis kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, guftûgo derbarê proseya siyasî ya Iraqê, pêşvebirina pêwendiyên dualî û pirsgirêka koçberan li Ewropa hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevahengiyeke pêwîst bi welatên Yekîtiya Ewropa ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan dubare kir û tekezî li rêgirtina li koçkirina neyasayî û bazirganiya bi mirovan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de rêkarên tund û pêwîst girtine.
Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi welatên Yekîtiya Ewropa re kir, ji bo çareserkirina pirsa koçberan û asankariyên ji bo vegera arezûmendane ya hejmareke mezin a koçberên li ser sînorê Belarus û welatên Yekîtiya Ewropa bo Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di warên cuda û bi taybet di warê xwendin û perwerdeyê de nîşan da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin