Rûsya dixwaze Kurdên Sûriyê jî wek yên Iraqê bin
PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku di plana Rûsyayê ya li ser Sûriyê de ji bo Kurdên Rojava federasyoneke wek başûrê Kurdistanê heye.
Rûsya û Amerîka ji bo çareseriya kêşeya Sûriyê û peydakirina rêgeçareyeke siyasî plan û bernameyên xwe didomînin.
Nûnerê qenala Tirkiyê HaberTurkê li Washingtonê Serdar Turgut, îdîa kir ku Rûsyayê ji bo Sûriyê planek amade kiriye û di vê modelê de ji bo Kurdên Rojava federasyon heye.
Li gor agahiyên Turgut ji berpirsên Amerîkî wergirtin, Washingtonê jî ev plana Moskovayê bi erênî pêşwazî kiriye.
Li gor agahiyan Amerîkayê ji Rûsyayê re gotiye HSD dikare bi rejima Esad re hereket bike û çareseriya siyasî peyda bibe.
Tê gotin ku di vê qonaxê de helwesta Tirkan a li ser vê modelê tê meraqkirin, lê belê texmîn ew e ku dê Tirkiye bi vê razî nebe. Feqet Rûsya û Amerîka li ser vê planê biisrar in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin