Podolyak: Rûsya bi anîna DAISê dixwaze senaryoya Sûriyê li Ûkrayna jî pêk bîne
PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokatiya Ûkraynayê û Cîgirê Serokomar Mihail Podolyak, bersiv da daxuyaniyên Pûtîn û Wezîrê Berevaniya Rûsyayê yên derbarê anîna çekdarên kirêkirî bo nav şerê Ûkraynayê.
Podolyak li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Şoygu jî di nav de rayedarên rûsî, ragihandine ku wan bi lezgînîyekê 16 çekdar ji endamên berê yên DAIŞê ji bo li dijî sivîlên Ûkraynayê bikar bînin kirê kirine.
Tevlîkirina DAIŞê û propagandaya rûsî ya derbarê çekên kîmyewî de, nîşan dide ku hewl didin senaryoya Sûriyê pêk bînin.”
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu di civîna Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê de gotibû, piraniya wan ji Rojhilata Navîn 16 hezar leşkerên xwebexş ji bo li Ûkraynayê şer bikin serî li wan dane.
Herwiha Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn jî ferman da ku çekdarên xwebexş ji bo li dijî Ûkraynayê şer bikin bişînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin