Wezîra Brîtanî banga dawîanîna krîza koçberan li Rûsya û Belarûsê kir

14 mijdar 2021 23:59
Wezîra Brîtanî banga dawîanîna krîza koçberan li Rûsya û Belarûsê kir

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss bang li Rûsya kir, zextê li rayedarên Belarusî bike ji bo ku krîza koçberan a li ser sînorê Belarus-Polonyayê bi dawî bike.

Truss gotarek di rojnameya "Sunday Telegraph" de weşand û tê de got: "Eşkere ye ku Rûsya berpirsyar e. Divê zextê li rayedarên Belarusê bike ta ku dawî li krîza koçberan bînin û diyalogê bidin destpêkirin.”

Wezîra Derve yê Brîtanyayê rexne li Mînskê girt û got: “Zêdebûna rûbirûbûna li ser sînorê Polonyayê, tedbîra herî dawî ya rejîma Serokomar Aleksander Lukaşenko ye ji bo têkdana ewlekariya herêmê.”

Truss tekez kir, welatê wê dê li kêleka hevpeymanên xwe yên li navçeyê raweste û bal kişand ser wê yekê ku hêzên Birîtanya dê alîkariya desthilatên Polonyayê bikin ji bo bihêzkirina ewlehiya sînorên bi Belarusê re.

Rewşa li sînorê di navbera Belarus û Polonyayê de her ku diçe aloztir dibe ku bi hezaran kesên dixwazin derbasî erda Yekîtiya Ewropayê bibin li wir asê mane.