ENKS: Nêrîna Rûsya bo Kurdên Sûriyê zelal e, lê ya Amerîka nediyar e!

02 sibat 2020 19:03
ENKS: Nêrîna Rûsya bo Kurdên Sûriyê zelal e, lê ya Amerîka nediyar e!

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê got ku nerîna Rûsya li ser pirsa Kurdî li Sûriyê zelal in, lê ji Amerîka daxuyanî û nêrînên cuda tên ku nêrîna Amerîka ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê nediyar e.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îsmaîl Hesaf di bernameya “Rojev” a K24ê de li ser naveroka civîna wan bi Nûnerê Serokê Rûsya bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov re ku li Hewlêrê hatibû kirin axivî.

Îsmaîl Hesaf da xuyakirin ku Rûsya zêdetir xwe wek dostê Kurd dibîne û girîngiyê dide tevgera ENKSê û got ku Bogdanov gotiye, Rûsya yekrêziya Kurd li Sûriyê dixwaze ku projeyeke wan ya hevbeş hebe, ji bo piştevaniya wan çi li ser asta navdewletî û çi li ser asta navxweyî ya Sûriyê de bikin.

Hesaf da zanîn, ENKSê her dem amade ye bi PYDê re hevpariyê li gor rêkeftinên berê yên Hewlêr û Duhokê yên bi serperiştiya Serok Barzanî hatine kirin bike û ji sibe ve amade ne wan rêkeftinan bicih bikin û hevpariya siyasî, îdarî, serbazî bikin.

Li ser rola Rûsya bo navbeynkariyê di navbera Kurd û rêjîma Sûriyê de bike jî got: “Rûsya piştevaniya rêjîmê dike û ji bo berjewendiyên xwe, dixwaze aştî û aramî lê pêk were, herwiha Rûsya dizane ku Kurd kilîta demokratîbûnê ye, heger pirsa Kurdî li Sûriyê çareser nebe, anku pirsgirêka kêmnetewan çarser nabe. Lê ta niha Rûsya di vê derbarê de fişarê li rêjîmê nake, ew tenê karê dîplomasî dike.”

Li ser rola Amerîka jî Hesaf got, “Nerîna Rûsya derbarê pirsa Kurd li Sûriyê zelal e, lê li hemberê heta niha çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê li cem Amerîk ne diyar e, her dezgeheke wê nerînekê dide, Koşka Sipî, Wezareta Derve, Îstixbarata Amerîkî, daxuyaniyên cuda derbarê pirsa Kurdî didin.”