Amerîka | Jeffrey: Têkiliya bi Kurdên Sûriyê re wekî ya bi Kurdên Iraqê re ye
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey li ser gefên operasyonê yên Tirkiyê bo bakurê rojhilatê Sûriyê got, “Ew ne fikrekî baş e”. Jeffrey di axaftina xwe de da zanîn ku têkiliya niha ya Amerîkayê bi Kurdên Sûriyê (HSD) re, wekî ya li Iraqê bi PDK-YNKê re ya ji sala 2003yan bi vir de ye.
Jeffrey, li Atlantic Councile a Washingtonê têkiliya Amerîkayê ya bi Kurdên Sûriyê re şiband têkiliya bi Kurdên Iraqê re li sala 2003yan û derbarê hevkariya wan a digel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de got, “Têkoşîna dijî DAIŞê li berjewendiya wan e jî. Ne ku ji bo qenciya me dikin, ji bo ewlehiya xwe dikin. Dema sala 2014an DAIŞê li Kobaniyê ew tengavî sînorê Tirkiyê kirin, me bi wan re şirîkatî kir. HSD/YPG têkoşîneke baş li dijî DAIŞê dide.”
Jeffrey herwiha bal kişand ser hevkariya bo PDK û YNKê dema hilweşandina rejîma Sedam û diyar kir, "Wê demê ji bo me pêwendiyeke demkî û taktîkî bû. Em gihîştin mebesta xwe. Ew jî li Iraqê anîna ba hev a hikûmet û civakê û destûreke ligel hev bikarin bijîn bû.’
Jeffrey bo têkiliya Amerîkayê bi Kurdên Sûriyê re jî da zanîn, “Ji bo HSDê jî hedefa nihayî em wan wekî parçeyekî civaka Sûriyê dibînin. Bi pêkahateyên jêrdewletî re pêwendiyên me nîn in. Heger hûn behsa piştgiriyeke demdirêj a leşkerî û siyasî dikin, ti polîtîkayeke vê rêveberiyê (Amerîka) nîne, di vê esasê de polîtîkayeke rêveberiyên berê yên Amerîkayê jî nebû.”
'PÊŞMERGEYÊN ROJ BI AGAHDARIYA ME DERBAS BÛN'
James Jeffrey di vê axaftina xwe de bersiva pirsa çûyîna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê jî da û got ku 100 Pêşmergeyên Roj bi agahdariya Amerîka û HSDê derbasî sînorê Sûriyê bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin