Rûsya: Tenê Sam dikare destûra mayîna Tirkiyê li ser erda Sûriyê bide

22 cotmeh 2019 18:14
Rûsya: Tenê Sam dikare destûra mayîna Tirkiyê li ser erda Sûriyê bide

PeyamaKurd - Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmîtriy Peskov, berî destpêkirina hevdîtina Erdogan û Pûtîn li ser êrîş û ketina nav erda Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê got, ne Rûsya tenê rêveberiya Şamê dikare destûrê bide ku Tirkiye li Sûriyeyê bimîne. 

Peskov berî hevdîtina di navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku ew nikarin destûra mayîna Tirkiyeyê li Sûriyeyê bidin, tenê hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê dikare destûreke bi vî rengî bide. 

Peskov, li ser pirsa "Rûsya, amade ye ku destûr bide leşkerên tirk li Sûriyeyê bimînin?" wiha got:

"Biryara mayîn û nemana leşkerên tirk a li Sûriyeyê, Rûsya nikare bide. Ji bo vê yekê tenê hikûmeta meşrû ya Komara Erebî ya Sûriyeyê dikare destûr bide." 

Dimitrî Peskov herwiha ragihand ku ew wekî Rûsya pêşniya Almanyayê ya avakirina herêma mirovî ya navnetewî nîqaş dikin û divê ew were gotûbêjkirin ji ber ku pêşniyareke nû ye.

Doh Wezîrê Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer gotibû, wê bi Şêwirmenda Almanya Angela Merkel re projeyek amade kiriye û dê di civîna NATOyê ya li ser asta wezîrên bergîriyê ya 24 û 25ê vê mehê de pêşniyara herêma di bin çavdêriya navdewletî û bi beşdariya Tirkiye û Rûsyayê pêşkeş bikin.