Rêwiyekî krîza dil derbas kir û balafir xwe danî balafirgeha Îstenbolê

07 cotmeh 2021 03:44
Rêwiyekî krîza dil derbas kir û balafir xwe danî balafirgeha Îstenbolê

PeyamaKurd – Balafira şîrketa hewayî ya Îmaratan di dema sefera Londra-Dubaiuyê dikir, balafira tîpa Airbus A380 ji ber rêwiyekî tê de krîza dil derbas kir, bi awayekî lezgîn xwe danî balafirgeha Îstenbolê. Rêwiya krîzê derbas kir jineka 66 saliye.

Li ser ciddiyeta mijarê ajotvanê balafirê bi beşa trafîka balafirgeha Îstenbolê re ket nav têkiliyê û îzna xwe danînê xwest. Li ser bûyerê ji Îstenbolê tîmên tenduristiyê xwe amade kirin û çawa balafir xwe danî, tîm mudaxeleyê nexweşê kirin. Mudaxele dewam dike.