Rêvebiriya Kerkûkê daîma mafê Kurdan binpê dike û vê carê jî rojnamevanekî Kurd girt

10 berfanbar 2022 22:43
Rêvebiriya Kerkûkê daîma mafê Kurdan binpê dike û vê carê jî rojnamevanekî Kurd girt

PeyamaKurd – Rêvebiriya bajarê Kerkûkê şeva borî rojnamevanekî Kurd girt û li ser girtina wî beşa Kerkûkê ya Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê daxuyanî da. Berpirsê Kerkûkê yê sendika rojnamevanan Mehdî Ziryan ji bo Basnewsê ragihand ku şeva borî li bajarê Kerkûkê Mihemed Wehabê kameraman ji aliyê asayîşa Kerkûkê de hatiye girtin. Mehdî Ziryan weha got:

“Nehat ragihandin bê hevalê me yê kameraman çima hatiye girtin. Em mijarê dişopînin. Dema me agahî sitend em ê bi raya giştî re parve bikin.”

Mihemed Wehab li ser nûfûsa Kerkûkê qeydkiriye û Kurd e. Do bi şev li çayxanekî, di derengê şevê de ji aliyê hêzên asayîşê de hatiye girtin.