Ocalan ji Îranê re: Mafê Tolhildanê yê kurdan heye
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel peyama herî dawî, ku wî got ji Abdullah Ocalan e, bi raya giştî re parve kir. Temel got ku Ocalan êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û sepandina cezayê îdamê li welêt rexne kir.
|
Türkçe
RûpelNews - Daxuyaniya ku ji aliyê Temel ve hat ragihandin, hişyariyek ji bo rayedarên Îranê dihewand. Peyam, ku tê gotin ji Ocalan e, diyar dikir ku divê Îran êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê rawestîne û dawî li siyaseta xwe ya îdamê bîne.
"Mafê wan heye ku tolê hilînin"
Di peyamê de hat gotin ku, eger ev polîtîka berdewam bikin, mafê kurdan heye ku li dijî hikûmeta Îranê "bi awayekî pir tund tolê hilînin".
Temel ji gel re ragihand ku ev daxuyanî di peyama herî dawî ya Ocalan de cih digirin.
