PYDê derbarê rakirina tabelayên kurdî daxuyanî da

09 gulan 2026 23:19

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rakirina zimanê kurdî ji tabelayên dadgehên li Hesekê û Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar li dijî ruhê yekîtiya neteweyî û têgeha hevparîtiyê ya di navbera Sûriyan de ye.

PYDê derbarê rakirina tabelayên kurdî daxuyanî da

RûpelNews - PYDê diyar kir ku, di çarçoveya peymanên berê yên di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, ew bi hesteke berpirsiyarî pêşwaziya ji nû ve destpêkirina karê saziyên dewletê li Hesekê dike.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser girîngiya wan pêngavan hat kirin ku gihîştina welatiyan a xizmetên giştî hêsan dikin û her wiha hat destnîşankirin ku Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13, ya ku zimanê kurdî û Newrozê wekî cejnên fermî diyar dike jî wekî destpêkeke erênî tê dîtin.

"Bikaranîna kurdî serweriyê xurt dike"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dûrxistina kurdî ji saziyên stratejîk ên wekî Qesra Dadê li dijî pêvajoya yekbûna neteweyî ye. PYDê diyar kir ku bikaranîna kurdî li ser tabelayan dê serweriya Sûriyê lawaz neke; berevajî, ew ê bibe alîkar ji bo yekîtiya civakî.
"Divê bendên destûrî ji nû ve bên nirxandin"
PYDê her wiha rexne li girêdana bi nivîsên destûrî yên heyî yên derbarê hilbijartina ziman li ser tabelayan girt û anî ziman ku rêziknameyên heyî bi temamî vîna hemû beşên civaka Sûriyê nîşan nadin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê bendên destûrî li gorî berjewendiyên neteweyî ji nû ve bên nirxandin û hat tekezkirin ku naskirina kurdî wek yek ji zimanên fermî yên Sûriyê dê bibe pêngaveke stratejîk.

Banga ji bo dewleteke demokratîk

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafên gelê kurd yek ji pirsgirêkên neteweyî yên bingehîn ên Sûriyê ne û bang kir ku mafên çandî û zimanî di pêvajoya destûra bingehîn a pêşerojê de bên parastin.

PYDê her wiha tekezî li ser pêwîstiya avakirina avahiyeke dewletê ya demokratîk kir ku ji hemû komên etnîkî, çandî û olî re heman dûriyê biparêze û destnîşan kir ku divê polîtîkayên cihêkar ên berê bi dawî bibin û destûreke nû li ser bingeha lihevkirina civakî were amadekirin.