Cîgirê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê derbarê zimanê kurdî de axivî

18 tebax 2026 20:49

Cîgirê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Saad Nasan, ku beşdarî 11emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê bu diyar kir ku ew piştgiriyê didin vejandina weşangeriya bi zimanê kurdî li welêt û destnîşan kir ku ev cure weşangerî di bin garantiya destûra bingehîn de ye.

Cîgirê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê derbarê zimanê kurdî de axivî

RûpelNews - 11emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê bi beşdariyeke berfireh berdewam dike. Digel ku pêşangeh mazûvaniya zêdetirî 300 dezgehên weşanê yên Erebî ji 30 welatan dike, Sûriye îsal wekî mêvana rûmetê ya pêşangehê tê temsîlkirin.

Sûriye bi nêzîkî 35 heta 40 dezgehên weşanê beşdarî pêşangehê dibe. Hat ragihandin ku welatiyên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê eleqeyeke mezin nîşanî vê çalakiyê dane; herwiha Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Mihemed Yasîn El-Salih jî serdana pêşangehê kir û bi weşanger û serdankeran re hevdîtin pêk anî.

Saad Nasan, Cîgirê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê ku ji bo pêşangehê li Stenbolê ye, di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê derbarê rewşa weşangeriya bi zimanê Kurdî ya li welatê xwe de axivî.

Nasan got: "Em piştgiriyê didin vejandina weşangeriya bi zimanê Kurdî li Sûriyeyê. Ev mafekî xwezayî ye û li gorî destûra bingehîn a Sûriyeyê hatiye misogerkirin."