DilKurdê li ser gotinên Erdogan ên derbarê parastina zimanî de daxuyanî da
Yekîtiya Dildarên Kurdî (DilKurd) bersiv da gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, yên ku di çarçoveya Roja Zimanê Tirkî de kiribûn, ku tê de tekez kiribû ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê di heman demê de hilgirê dîrok, çand, şaristanî û bîra hevpar e.
RûpelNews - DilKurdê destnîşan kir ku gotina Erdogan a ku dibêje "Neteweyek ku zimanê xwe diparêze, dîrok û paşeroja xwe jî diparêze", girîngiya ziman ji bo civakan radixe ber çavan û diyar kir ku divê heman nêzîkatî ji bo zimanê kurdî jî were bikaranîn.
"Kurdî zimanê bi milyonan kesan e"
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê DilKurdê ve hat weşandin de, hat tekezkirin ku zimanê kurdî beşeke yekpare ya ziman, çand, dîrok û bîra hevpar a bi milyonan mirovên ku li van herêman dijîn e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê zimanê kurdî ne tenê bi bikaranîna rojane were sînordarkirin û banga wê yekê hat kirin ku ew wek zimanekî xwedî statuya fermî di qada perwerdehiyê, saziyên giştî û di hemû astên hikûmetê de were bikaranîn, parastin û pêşxistin.
DilKurê, bal kişand ser girîngiya pêkanîna polîtîkayên bi piştgiriya dewletê ji bo misogerkirina ku zimanê kurdî ji nifşên paşerojê re were veguhestin, tekez kir ku ji bo kurdan mafekî xwezayî û bingehîn e ku parêzvaniya zimanê xwe bikin û bixwazin ku zarokên wan bi kurdî fêr bibin û wê ji nifşên paşerojê re veguhezînin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku zindîhiştina zimanekî ne tenê ji bo civaka ku wî zimanî diaxive girîng e, lê di heman demê de ji bo parastina dewlemendiya çandî ya civakê bi giştî jî girîng e.
DilKurdê diyar kir ku ew girîngiyê didin tekeziya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan a li ser parastin, pêşxistin û ragihandina zimanê tirkî ji nifşên paşerojê re û bang kir ku heman nêzîkatî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî jî were şopandin.
DilKurd daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî anî:
"Parastina zimanê me, parastina dîroka me, çanda me û paşeroja me ye."
