PDK-Sê banga diyarkirina rêjaya fermî ya hejmara Kurdên Sûriyê kir
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partîya Demoqrat a Kurdistan - Sûriya (PDK-S) Dr. Ebdulhekîm Beşar bi daxuyaniyekê daxwaza bi fermî diyarkirina hejmara Kurdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.
Beşar di daxuyaniya nivîskî de got, “Ji ber ku tu amarên fermî ji aliyê rêjîma Sûriyê û rêxistinên navdewletî derneketiye, ta niha rêjeya kurdan li Sûriyê ne nas e, lewma jî nakokiyên mezin di rêjeyên despêkî yên Kurdên Sûriyê de heye.”
Ebdulhekîm Beşar bal kişand ser ku aliyên şovenî li Sûriyê, bi berdewamî kar ji bo kêmkirina rêjeya Kurdan li Sûriyê dikin û da zanîn, ji aliyê xwe ve tevgera Kurdî tu lêkolîn derbarê rêjeya kurdan de nekirine û li ser rêjeya despêkî jî di navbera tevgera Kurdî de li ser serjimariya Kurdan ti lihevkirinek tune ye.
Beşar bang kir ku jibo dayîna mafê kurdan di Sûriya pêşerojê de, divê rêjeya Kurdan bi fermî were zanîn û diyarkirin û bibe pîvan û pêwereke sereke ji bo destnîşankirina beşdariya wan di dewleta Sûriya nû de û divê em hemî kar ji bo diyarkirna amarên fermî ya Kurdên li Sûriyê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin