Hejmara fermî ya koçberên li Tirkiyeyê hate eskere kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya hejmara fermî ya koçberên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav bûne eşkere kir.
Alî Yerlîkaya li Enqereyê li ser pirsên rojnamevanan ên derbarê hejmara koçberan de eşkere kir: “Li welatê me du cûre koçber hene, yên yasayî û yên ne yasayî. Li welatê me niha 4 milyon û 843 hezar û 594 koçber hene.”
Yerlîkaya da zanîn ku milyonek û 243 hezar û 423 koçberan mafê niştecîbûnê wergirtine û yasayî ne, 292 hezar û 289 koçber jî bi statuya parastina navdewletî li Tirkiyeyê dimînin.
Herwiha Yerlîkaya li ser hejmara koçberên Sûriyeyê jî got: “Li welatê me niha 3 milyon û 307 hezar û 882 koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de hene. Yên din jî yan bi qeçaxî hatine yan jî bi vîze hatine lê piştî vîzeya wan xilas bûye venegeriyane. Meha dawî di kontrolan de 21 hezar koçberên neyasayî hatine dersînorkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin