Li Tirkiyeyê bankayên fermî rêjeya faîzê 2-3 puan dadixîne

28 tebax 2026 17:40

Rêveberê Giştî yê Vakıfbankê Osman Arslan di bernameyeke li Amedê de ragihand ku dê bankayên fermî ji roja duşemê û pê de hemû rêjeyên xwe yên faîzê 2–3 pûanan kêm bikin.

Li Tirkiyeyê bankayên fermî rêjeya faîzê 2-3 puan dadixîne

RûpelNews - Li Amedê, bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Borsaya Kelûpelan û Herêma Pîşesazî ya Organîzekirî ya Amedê, 'Foruma Fînansê ya Cîhana Karsaziyê' hate lidarxistin.

Rêveberê Giştî yê Vakıfbankê Osman Arslan di bernmeyê de diyar kir ku dê rêjeyên faîzê ji aliyê bankayên fermî ve bên kêmkirin.

"Rêjeyên faîzê dê dakevin, ji bo ciwan û jinan dê zêdetir dakevin"

Arslan got: "Bankaya Navendî rêjeya fînansmana şevekê daxist ji sedî 37an. Ji vê duşemê pê ve, em wek bankayên giştî fermî jî dê rêjeyên xwe 2–3 xalên ji sedî kêm bikin. Ev ji bo hemû rêjeyên faîzê derbasdar e, lê ew ê ji bo jin û ciwanên me hê kêmtir bin."

Arslan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Me ji Banka Cîhanê 1.5 milyar euro fînansman stand. Me beşeke girîng a vê ji bo herêmên pêşketinê yên pêşîn, her wiha ji bo jin û ciwanên karsaz veqetand. Me jixwe dest pê kiriye ku beşeke berbiçav a van fonan bi lezgînî ji bo Diyarbekir û vê herêmê veqetînin. Em ê hewldanên xwe hê bêtir lez bikin, hevalno. Wekî din, ji piştevaniya garantiyê ya ku ji aliyê Fona Garantiya Krediyê ve tê peydakirin, piçek pere mabû. Em ê tevahiya sînorê 1 milyarî (lîre) veguhezînin Diyarbekirê, û bi taybetî jin û ciwanan bikin pêşeng."