Li Tirkiyeyê rêjeya zewacê kêm bûye

07 gulan 2026 11:36

Li gorî amarên herî dawî yên li Tirkiyeyê, rêjeya zewacê di nav ciwanan de bi awayekî berçav kêm bûye û hevberdan zêde bûye.

Li Tirkiyeyê rêjeya zewacê kêm bûye

RûpelNews - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di dema beşdarbûna konferansekê de bi navê "Malbat û Nifûs" li bajarê Stenbolê ragihand ku daketina rêjeya jidayikbûnê li welatê wî gihîştiye "asteke metirsîdar".

Erdogan careke din tekez kir û daxwaz ji malbatan kir ku herî kêm sê zarokên wan hebin. Wî got: "Wekî çawa me berê daxwaza sê zarokan dikir, niha jî em kar dikin da ku metirsiyên daxuyandî yên li ser nifûsa pêşerojê kêm bikin."

Amarên zewac û hevberdanê bi vî rengî ne:

Zewac: Di sala 2024an de 570 hezar pêvajoyên zewacê hatine tomarkirin, lê sala borî (2025) ev jimar bo 552 hezarî kêm bûye.
Hevberdan: Rêjeya hevberdanê di sala 2024an de 189 hezar bûye, lê sala borî gihîştiye 194 hezarî.

Her wiha hikûmeta Tirkiyeyê ji bo rûbirûbûna vê pirsgirêkê, çendîn pakêtên alîkarî û deynan ji bo wan ciwanên ku dizewicin ragihandine. Lê belê pispor bawer dikin ku ev pêngav tenê çareseriyên demkî ne û heta ku kêşeyên bingehîn ên wekî enflasyon û bêkariyê neyên çareserkirin, rêjeya zewacê asayî nabe.