Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê eşkere kir

23 tîrmeh 2026 15:08

Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya xwe ya polîtîkaya faîzê weke ji sedî 37 ragihand. Ev 4 caran ser hev e ku banka rêjeya faîzê weke sabît dihêle.

Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê eşkere kir

RûpelNews - Komîteya Polîtîkaya Pereyan a Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê biryara xwe ya rêjeya faîzê ya ji bo meha Tîrmehê ragihand. Li gorî vê yekê, banka rêjeya polîtîkayê sabît hişt û rêjeya faîzê wek ji sedî 37 eşkere kir. 

Pêşbîniya ji bo rêjeya polîtîkayê ya dawiya salê ji sedî 35 bû.

Di civîna Lijneya Polîtîkaya Pereyan a ku di meha Hezîranê de hat lidarxistin de, rêjeya polîtîkaya pereyan sabît hat hiştin û di rêjeya ji sedî 37 de ma.

Civîna bê ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê ya careke din ji bo 10ê Îlonê hat plankirin.