Banka Navendî ya Tirkiyeyê pêşbiniya xwe ya enflasyonê zêde kir
Banka Navendî ya Tirkiyeyê pêşbîniya xwe ya enflasyonê ji bo dawiya sala 2026an wek ji sedî 28an ragihand. Di rapora berê de, pêşbîniya enflasyonê ya dawiya salê ji sedî 26an bû.
RûpelNews - Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê rapora xwe ya enflasyonê ya sêyem a ji bo sala 2026an weşand.
Serokê Banka Navendî Fatih Karahan di axaftina xwe ya di merasîma danasîna raporê de ragihand ku wan pêşbîniya xwe ya enflasyonê ya dawiya salê heta ji sedî 28an bilind kirin.
Karahan diyar kir ku ew di nav "asta bilind a nediyariyê" ya ji ber şerê li Îranê de "helwesteke tund û biîhtiyat" didomînin û da zanîn ku ew ê di avakirina siyaseta diravî de ne tenê geşedanên demkurt, lê herwiha perspektîfa enflasyonê ya dem-navîn jî li ber çavan bigirin.
Karahan got: "Em pêşbînî dikin enflasyon piştî ku heta dawiya sala 2027an dakeve %15 û heta dawiya sala 2028an dakeve %9, enflasyon dê li ser armanca navîn-demî ya %5 sabît bibe."
