Parlementoya Kurdistanê bo herêmên Kurdistanî banga lihevkirinê kir
PeyamaKurd – Parlementoya Kurdistanê bang li hukumetên Hewlêrê û Bexdayê kir da Hewlêr û Bexda bo deverên Kurdistanî yên ku li ser wan arîşe hene lihev bikin. Piştî li Kerkûkê li der û dora Dûbizê İŞİD ê êrîşê Pêşmergeyan kir, parlemento êrîşê bi tundî şermezar kir û ragihand ku divê Hewlêr û Bexda li ser xala 140 ê ya deverên Kurdistanî ku di bin rêvebiriya Bexdayê de ne, lihev bikin.
Parlementoya Kurdistanê li ser êrîşa İŞİD ê ya duh bi şevê li Dûbizê ku êrîşê ser Pêşmergeyan kiribû û di encamê de 3 Pêşmerge şehîd ketibûn û 2 Pêşmerge birîndar bûbûn bi nivîskî ragihandinekî kir. Ragihandin bi îmza serokatiya Parlementoya Kurdistanê hat kirin û tê de, êrîşa İŞİD ê hat şermezarkirin, bo mirovên şehîdan sersaxî û bo birîndaran şîfayê xwest.
Di beyanê de hat gotin ku Pêşmerge her wext Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê diparêze lê deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de ne, li wan deveran tehdîda İŞİD ê dewam dike.
Parlemento her weha got ku divê hêzên koalîsyonê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin da bikaribin serî bi êrîşên İŞİD ê re derên.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin