Li ser Erebkirina herêmên Kurdistanî sandek Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

22 îlon 2020 15:00
Li ser Erebkirina herêmên Kurdistanî sandek Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Şandeke Herêma Kurdistanê, bo ragirtina Erebkirina Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê, diçe Bexdayê.

Li gor endamekî Lîjneyê Herêmên Kurdistanî eşkere kir, îro Sêşemê, Endamê Lîjneya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Robînê Ezîz da zanîn, Erebkirin û dagirkirina herêmên Kurdisanî berdewam dikin.

Herwiha Robîne Ezîz helmeteke berfireh a dagirkirin û Erebkirina Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê heye. Berpirsên îdarî yên Kerkûkê û erebên şoven, mal û milkên Kurdan dagir dikin.

Robîne Ezîz diyar kir, biryar e şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike. Bo Hikûmeta navendî, bi erka xwe rabe yasayê bi cî bike û kêşeyên li herêmê çareser bike.