Tirkîye: Bo amadekariyên ‘herêma ewle’ sandeke amerîkî gihast Rihayê

13 tebax 2019 13:05
Tirkîye: Bo amadekariyên ‘herêma ewle’ sandeke amerîkî gihast Rihayê

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkîyê ragihand ku leşkerên amerîkî bo xebatên avakirina Navenda Kordînasyonê ya Hevpar derbasî Tirkîyê bûne.

Wezaretê ji hesabê xwe yê Twitterê da zanîn bo herêma ewle ya li bakurê Sûrîyê xebat dest pê kirine. Wezaretê got ‘’Bo xebatên pêşî şandeyeke amerîkî ya bi şeş kesan hat Rihayê. Biryar e Navenda Kordînasyonê ya Hevpar di rojên pêş de dest bi karên xwe bike.’’

Şandeyên amerîkî û tirkî hefteya borî li Enqerê kom bûbûn û ser avakirina navenda operasyonê ya hevpar rêkkeftibûn.