Pirtûka 'Şîrhelal' a ku çîroka Melle Mistefa Barzanî vedibêje, hate pêşkêşkirin

29 îlon 2026 23:53

Lêkolîner, derhêner û nivîskarê Kurd Keremo, pirtûka xwe ya bi navê "Şîrhelal" ku ji jiyana Melle Mistefa Barzanî û ji bûyerên rastîn ên ku Kurdan jiyane hatiye girtin, li Şirinevlera Stenbolê bi bernameyekê pêşkêşî xwendevanan kir.

Pirtûka 'Şîrhelal' a ku çîroka Melle Mistefa Barzanî vedibêje, hate pêşkêşkirin

RûpelNews - Di bernameya ku li Konfederasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ên Stenbolê hat lidarxistin de, Keremo çîroka derketina pirtûka xwe ya bi navê Şîrhelal û çîrokên di pirtûkê de cih digirin vegot.

Keremo di hevpeyvîna xwe ya bi RûpelNewsê re diyar kir ku çîroka Şîrhelal ku navê xwe dide pirtûkê, di serdemeke ku ji sala 1946'an ji herêma Serhedê heta Mahabadê dirêj dibe de, li serhedê Kurdistanê derbas dibe.

Keremo diyar kir ku çîrok li ser bûyereke rastîn a di navbera Melle Mistefa Barzanî û dayikeke Kurd de hatiye guftûgokirin. Hikaya ku vedigere serdemeke ku Melle Mistefa Barzanî bi 500 pêşmergeyên xwe re mecbûr mabû derbasî Yekîtiya Sovyetê bibe, yek ji vegotinên bingehîn ên pirtûkê ye.

“Şîrhelal, di wateya kesê/a ku koka wî/wê paqij e de tê bikaranîn”

Keremo diyar kir ku peyva “Şîrhelal” di Kurdî de ji bo kesên rast, durust û paqij tê bikaranîn û got ku ev peyv ji bilî ku bi Melle Mistefa Barzanî re tê peywendîdarkirin, bi çiyayên Kurdistanê re jî peywendiyeke watedar a xurt çêdike.

Keremo da zanîn ku pirtûk ji 17 çîrokan pêk tê û her çîrokek li dora bûyereke rastîn a ji jiyana Kurdan çêbûye û ji vegotinên dora 10-12 rûpelan pêk tê.

Keremo bi lêv kir ku peyva şîrhelal ji bo Kurdan wateyeke taybet hildigire û çiyayên Kurdistanê jî dikarin bi vê têgehê re bêtin girêdan. Keremo destnîşan kir ku çiyayên Kurdistanê di seranserê dîrokê de ji bo gelê Kurd bûne sitargeh û ji ber vê yekê hemû çiyayan wek “şîrhelal” binav dike.

Pirtûk bi Kurmancî ye

Keremo diyar kir ku pirtûk bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin û xebatên ku heta niha kirine jî bi Kurmancî ne.

Keremo da zanîn ku hîn wergera pirtûkê ya Tirkî tune ye û diyar kir ku di demên pêş de ramana wî heye ku berhemê wergerîne zaravayê Soranî û tîpên Erebî. Keremo anî ziman ku ji ber ku tîpên Erebî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi berfirehî têne bikaranîn dixwaze xebateke wiha bike, lê hîn dest bi projeya wergerê nekiriye.

Lansmana yekem li Stenbolê hat kirin

Keremo diyar kir ku Şîrhelal hîn li Başûrê Kurdistanê nehatiye tanıtandin û lansmana yekem a pirtûkê li Stenbolê hat kirin.

Keremo anî ziman ku armanca wî ew e ku di demeke nêz de pirtûkê li Başûrê Kurdistanê jî bigihîne xwendevanan.

Bername bi awazên dengbêjan berdewam kir

Çalakî, ku li ser bingeha pirtûka Keremo hatibû amadekirin, bi beşdariya kesayetiyên ji cîhana wêje û hunerê pêş ve çû. Di nava bernameyê de, dengbêj Mihemedê Beyro stranên kevneşopî pêşkêş kirin.

Herwiha Keremo di çarçoveya çalakiyê de helbest xwendin; çalakî bi merasîma îmzekirina pirtûkê bi dawî bû, ku tê de beşdaran pirtûkên xwe dan îmzekirin.