Pirtûka derhêner Keremo 'Şîrhelal' derket

09 îlon 2026 20:42

Pirtûka nû ya derhêner Keremo, "Şîrhelal", ku ji 17 çîrokên kurt pêk tê, gihîşt ber destê xwendevanan. Ev çîrokên ku bi zimanekî wêjeyî hatine nivîsandin û ji bûyerên rastîn îlham girtine, mijarên wekî dîrok, êş, evîn, bîra kolektîf û lêgerîna kurdan a ji bo yekîtiyê vedikolin.

Pirtûka derhêner Keremo 'Şîrhelal' derket

RûpelNews - Navê pirtûkê "Şîrhelal" ji bûyereke di jiyana Mele Mistefa Barzanî de îlhamê digire. Çîroka bingehîn a li pişt vî navî, vedigere ser derbasbûna Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê ligel nêzîkî 500 şervanên Pêşmerge piştî hilweşîna Komara Mehabadê ya sala 1946an.

Berhem, ku li ser bûyereke di vê rêwîtiyê de pêk hatiye hatiye avakirin, balê dikişîne ser mijarên têkoşîn, hêvî û biryardariya ji bo gihîştina armancê. Di vê çarçoveyê de, têgeha "Şîrhelal" wê fikrê sembolîze dike ku mirov dikare di dawiyê de bigihîje armanca xwe dema ku ji bo armanceke ku jê bawer dike têdikoşe.

Bûyerên dîrokî di çîrokan de ji nû ve zindî dibin

Tê diyarkirin ku 17 çîrokên kurt ên di pirtûkê de li ser bingeha bûyerên rastîn in. Ligel bûyerên dîrokî, berhem mijarên wekî evîn, êş, bîra kolektîf û nasnameyê jî hildide dest.

Çîroka "Êş û Êşa Ziman" balê dikişîne ser dema komkujiya Geliyê Zîlanê, lê çîroka "Êş û Jana Muzirî" bûyereke rastîn a ku di dema Komkujiya Dersimê de qewimîbû, vedibêje.

Çîrokên "Evdal û Zerî" û "Tîra Eşqê" mijarên evîn û hezkirinê vedikolin û ji bûyerên jiyana rastîn îlhamê digirin. Çîrokên din jî tekezî li ser pêdiviya civaka Kurd a bi zanîn, hişmendiya neteweyî û hesta yekîtiyê dikin. Peyama ku ev nirx ji bo jiyana mirovan bi qasî nan û avê girîng in, derdikeve pêş.

Pêşgotin ji aliyê Berken Bereh ve hat divîsandin

Pêşgotina pirtûka 'Şîrhelal'ê ji aliyê helbestvan Berken Bereh ve hatiye nivîsandin. Ev berhem ji aliyê Weşanxaneya J&J ve hatiye çapkirin.

Pirtûk ji 160 rûpelan pêk tê û 17 çîrokên kurt ên ku ji bûyerên rastîn îlham girtine, dihewîne. Digel ku du ji van çîrokan xelatên cûrbecûr wergirtine, berhem bi rêya vegotineke wêjeyî, bûyerên borî tîne ber çavên xwendevanên îro.
'Şîrhelal'a Keremo bi vegerandina li ser bûyerên dîrokî bi riya çîrokên takekesî û bi hûnandina mijarên cihêreng ên wekî evîn, êş, têkoşîn û yekîtiya civakî, balê dikişîne ser xwe.