Weqfa Dengbêj Şakiro armanca xwe ya sala 2027an eşkere kir

28 îlon 2026 23:34

Mudurê Rayedar ê Weqfa Dengbêj Şakiro û Jiyandina Çanda Dengbêjîyê Mehdi Tanrıkulu, ji pêvajoya avabûna weqfê heta armancên serdemên pêş, ji nîqaşa "Şahê Dengbêjan" ya di navbera Dengbêj Şakıro û Dengbêj Reso de heta xebatên li ser ziman û kultura kurdî di gelek mijaran de axivî. Tanrıkulu diyar kir ku ew ji bo ragihandina sala 2027an wekî “Sala Dengbêj Şakıro” amadekariyan dikin.

Weqfa Dengbêj Şakiro armanca xwe ya sala 2027an eşkere kir

RûpelNews - Mudurê Rayedar ê Weqfa Dengbêj Şakiro û Jiyandina Çanda Dengbêjîyê Mehdi Tanrıkulu ku ji RûpelNewsê re axivî, di derbarê pêvajoya avabûna weqfê de agahî da. Tanrıkulu destnîşan kir ku fikra avakirina weqfê gelek sal bûn di rojeva wan de bû û diyar kir ku pêvajo di sala 2023an de çûye dadgehê û ji bo avabûna fermî pêvajoya hiqûqî hatiye destpêkirin.

Tanrıkulu ragihand ku dadgehê di destpêkê de li hember avabûna weqfê û navê hatî diyar kirin hinek sar nêzîk bûye, lê wan li ser navê “Weqfa Dengbêj Şakıro û Jiyandina Çanda Dengbêjîyê” israr kiriye.

Tanrıkulu anî ziman ku piştî pêvajoya wan meşandiye avabûna weqfê hat qebûlkirin û di destpêka sala 2025’an de wan weqf bi awayekî fermî vekiriye.

Tanrıkulu diyar kir ku ew armanc dikin ku weqf bibe banekî ku hemû dengbêjan di hembêza xwe de bîne hev û armanca avabûna xwe jî wekî xwedîderketina li kevneşopiya dengbêjiyê, muzîka kurdî, ziman, kultur û hunera kurdî eşkere kir.

Tanrıkulu got ku di serdemên pêş de heke derfet çêbibin ew dixwazin di bin banê weqfê de Akademiyeke Dengbêjiyê ava bikin û li herêmên cuda yên Kurdistanê şubeyan vekin û perwerdeya dengbêjiyê bidin.

Li Stembolê wê dîwanên dengbêjan bêne çêkirin

Tanrıkulu diyar kir ku ew wekî weqf amadekariya çalakiyên kulturî û hunerî li Stembolê dikin û anî ziman ku ji bilî bernameya vekirina fermî, plana wan heye ku dîwanên dengbêjan jî bînin holê.

Tanrıkulu destnîşan kir ku ew dixwazin bi taybetî heta 25ê Kanûnê (Tirmehê), bi minasebeta rojbûna Dengbêj Şakiro çalakiyên cuda li dar bixin û got ku ev xebat ji bo hunera Şakiro bigehînin girseyên firehtir gelekî girîng in.

“Em dixwazin 2027an bikin Sala Dengbêj Şakiro”

Tanrıkulu anî ziman ku yek ji armancên herî girîng ên weqfê di serdema pêş de ew e ku sala 2027an wekî “Sala Dengbêj Şakiro” bibe nav. Wî diyar kir ku ev armanc ne tenê xebatek bîranînê ya ji bo hunermendekî ye.

Tanrıkulu axaftina xwe wiha domand:

“Wekî nîşaneyeke sembolîk ez bibêjim, em hewl didin 2027an bikin Sala Dengbêj Şakiro. Em dixwazin hem ji bo hemû Tirkiyeyê hem jî ji bo Kurdistanê di stran û kilamên Dengbêj Şakiro de em bigihên hevdu. Em dixwazin di hunera Dengbêj Şakiro de vê salê wekî saleke ku nûnertiya pêvajoyeke nû ya aştîyane, yekîtiya civakî û geşedana hunera kurdî dike binav bikin.”

Tanrıkulu diyar kir ku armanca wan ew e ku hunera Şakiro bixin navendê û di qada yekîtiya civakî û hilberîna kulturî de xebatên nû bînin holê û banga “Werin em di hunera Dengbêj Şakiro de bigihên hevdu” kir.

Kilamên Şakiro wê di pirtûk û plakê de bibin yek

Tanrıkulu ragihand ku weqf ji bo veguhestina berhemên Dengbêj Şakiro ji bo nifşên paşerojê xebatên cuda dimeşîne û diyar kir ku amadekariya pirtûka ku ji kilamên Şakiro pêk tê temam bûye û wê berhem bê weşandin.

Ji bilî vê, Tanrıkulu got ku xebateke 'long play' (LP/plak) ku 12 kilamên wî tê de ne jî hatiye amadekirin. Çapkirina plakê temam bûye lê hêj pêşkêşî raya giştî nehatiye kirin.

Tanrıkulu diyar kir ku piştî weşandina pirtûkê, ew plan dikin ku bi çalakiyekê her du berheman bi hev re bidin nasîn.

Ferhenga Dengbêjiyê ya du cildî tê amadekirin

Tanrıkulu diyar kir ku projeyeke din a ku weqf li ser dixebite Ferhenga Dengbêjiyê ya du cildî ye û anî ziman ku armanca wan ew e ku peyvên ku di kilamên dengbêjan de derbas dibin ji aliyê nifşên nû û guhdaran ve çêtir bên fêmkirin.

Tanrıkulu got: “Ji bo ku peyvên di kilaman de derbas dibin ji aliyê raya giştî ve baş bên fêmkirin û yên ku dixwazin guhdarî bikin û hîn bibin wateya wan peyvan bi rihetî têbigihêjin, me pêdivî dît ku ferhengeke wiha bê amadekirin. Me di bin banê weqfê de dest bi vê xebatê kir û em dimeşînin.”

“Reso jî Şakiro jî Şahê Dengbêjan e”

Tanrıkulu di derbarê nîqaşa “Gelo Şahê Dengbêjan Reso ye an Şakiro ye?” ku dem bi dem di nav raya giştî de tê rojevê de jî nirxandin kirin.

Tanrıkulu anî ziman ku ne rast e ku ev her du nav li hemberî hev werin danîn û diyar kir ku her dengbêjek di serdema xwe de tevkariyê li parastina bîr, ziman û kultura civaka kurd kiriye.

Tanrıkulu destnîşan kir ku ew ferqê nakin navbera dengbêjan û wiha got: “Her dengbêjek di serdema xwe de wekî pêşengekî civaka kurd bîra kurdan û zimanê kurdî parastiye. Bi heman awayî em deyndarê wan hemûyan in. Em li ber her yekî ji wan bi rêzdarî ditewînin.”

Tanrıkulu da zanîn ku divê îfadeya “Şahê Dengbêjan” tenê bi nav berekî neyê bisînor kirin û diyar kir ku Dengbêj Reso jî Dengbêj Şakiro jî di serdem û herêmên xwe de di nav nûnerên herî girîng ên vê kevneşopiyê de cih digirin.

“Tekane Şahê Dengbêjan tune ye”

Tanrıkulu diyar kir ku xebatên ku Reso di serdema xwe de kirine di nav civaka kurd de deng levedaye û anî ziman ku ji ber şert û mercên teknîkî yên wê serdemê ku wekî yên îro ne pêşketi bûn, kalîteya hinek qeydan hatiye bandorkirin.

Tanrıkulu got: “Dengbêj Reso jî bêguman Şahê Dengbêjan e, Dengbêj Şakıro jî Şahê Dengbêjan e. Yani tekane ‘Şah’ tune ye. Heke em wiha pênase bikin wê rasttir bibe.”

Tanrıkulu diyar kir ku dengbêjan bi taybetî di serdemên ku zext û zoriyên civakî zêde bûn de bîra kulturî zindî girtine û destnîşan kir ku gelek dengbêjan li gundan û di nav şert û mercên zehmet de gotina kilamên xwe domandine.

Tanrıkulu anî ziman ku ev serdem ji bo veguhestina kultura kurdî gelekî girîng e û got: “Ew di wê serdemê de wekî stêrkên civaka me rêya me ronî kirin. Em deyndarê wan in.”

Ji bo dengbêjên ku wefat kirine albûm tê amadekirin

Tanrıkulu ragihand ku ew wekî weqf di nav amadekariya albûmeke berfireh de ne ku jiyan û xebatên dengbêjên ku wefat kirine bixe bin qeydê û diyar kir ku di vê xebatê de dê cihê ku dengbêj lê jiyane, çalakiya wan a hunerî û mîrasa kulturî ya ku li pey xwe hiştine dest bibe.

Tanrıkulu destnîşan kir ku bi saya vê xebatê ew armanc dikin ku dengbêjên serdemên borî bi awayekî berfirehtir ji bo nifşên paşerojê re bêne veguhestin.

“Ziman kesayet e, ziman nasname ye”

Tanrıkulu diyar kir ku parastin û veguhestina zimanê kurdî ji bo nifşên paşerojê di xebatên weqfê de cîhekî girîng digire û bi taybetî bal kişand li ser girîngiya axaftina kurdî di nav malbatê de.

Tanrıkulu got: “Em çabal dikin ku her kes ji aliyê xwe de bi berpirsiyariya dikeve ser milê xwe pêşî li zimanê xwe û li hunera zimanê xwe xwedî derkeve. Lewra ziman kesayet e, ziman nasname ye.”

Tanrıkulu anî ziman ku bikaranîna kurdî di jiyana rojane û di nav malbatê de ji bo paşeroja ziman girîng e û got ku ji bilî ziman, divê nirxên kulturî, kevneşopî û lîstikên zarokan ên berê jî ji zarokan re bêne veguhastin.

“Di hemberî asimilasyonê de divê em li ziman û kultura xwe xwedî derkevin”

Tanrıkulu bal kişand ser bandora qelsbûna veguhestina kulturî ya li ser ziman û kulturê û da zanîn ku ji bo jiyandina kurdî divê ji malbatê dest pê bike û di qadên cuda yên civakê de xebat bên meşandin.

Tanrıkulu got: “Berevajîkirina asimilasyonê û têkoşîna li hemberî wê jî di xwedîderketina li ziman de derbas dibe. Di vê rêyê de divê em li ked û birikîna zimanê xwe xwedî derkevin.”

Tanrıkulu destnîşan kir ku mezinbûna zarokan bi mîrasa wan a kulturî re girîng e û got ku heke nirxên kulturî yên ji berê hatine ji nifşên nû re neyên veguhestin, bîra kulturî dê bi demê re qels bibe.

Tanrıkulu ragihand ku Weqfa Jiyandina Çanda Dengbêjîyê û Dengbêj Şakiro armanc dike ku di serdema pêş de xebatên xwe di nav sernavên akademîk, weşan, arşîva muzîkê, ferheng, dîwanên dengbêjan û çalakiyên perwerdeyê de firehtir bike û destnîşan kir ku armanca wan a sereke veguhastina ziman, huner û kevneşopiya dengbêjiyê ya kurdî ye ji bo nifşên paşerojê.