Bîranînên zanyarê kurd Nadir Nadirov bi kurdî hatin çapkirin

30 îlon 2026 22:26

Pirtûka bîranînan a zanyarê kurd Nadir Nadirov, ji hêla Weşanxaneya DOZê ve ji rûsî bo kurdî hate wergerandin û bi navê “Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve” hate çapkirin. Berhema ji 190 rûpelî ji hêla Têmûrê Xelîl ve bo kurdî hate wergerandin; sererastkirin û edîtoriya wê jî Salih Kevirbirî kir.

Bîranînên zanyarê kurd Nadir Nadirov bi kurdî hatin çapkirin

RûpelNews - Bîranînên zanyar û endezyarê kurd ê navdar ê cîhanê Nadir Nadirov, cara yekem bi kurdî gihîştin ber destê xwendevanan. Pirtûka ku ji hêla Weşanxaneya DOZê ve hate çapkirin, jiyan û xebatên zanistî yên Nadirov dike mijar.

Berhema ku piştî wefata Nadirov di sala 2022yan de li bajarê Almatî yê Qazaxistanê bi rûsî hatibû çapkirin, bi çapa xwe ya kurdî ya ji 190 rûpelî pêk tê bi navê “Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve” pêşkêşî xwendevanan hate kirin.

Wergera pirtûkê ya bo kurdî Têmûrê Xelîl kir, Salih Kevirbirî jî edîtoriya wê kir.

Têkoşîna zanist û jiyanê

Di nivîsa paşberga pirtûkê de Nadirov, ne tenê wekî zanyarekî navdar ê cîhanê û yek ji endezyarên girîng ên sedsala 20an, di heman demê de wekî “serbilindiya miletê kurd û hemwelatiyekî dilsoz ê gelê Qazaxistanê” tê pênasekirin.

Tê destnîşankirin ku Nadirov ê ku bi sedan xebatên zanistî û zêdetirî 200 patentên wî hene, bi lêkolînên xwe yên di qada kîmya û derxistina neftê de di cîhana zanistî ya navneteweyî de cîhekî girîng girtiye.

Di pirtûka bîranînan de jiyana Nadirov a ku ji salên zaroktiyê yên melûl heta serkeftinên akademîk dirêj dibe tê veguhastin. Di berhemê de ne tenê serpêhatî û xebatên wî yên zanistî, di heman demê de hewldana wî ya ji bo gihîştina serkeftinê ya di nav şert û mercên dijwar de bi zanabûn, aqilmendî û kedê cîh digire.

Di nivîsa paşbergê de bal tê kişandin ser girîngiya berhemê ya ji bo xwendevanên kurd û tê teqezkirin ku cara yekem e berhemeke Nadirov bi zimanê wî yê zikmakî, bi kurmancî digihîje ber destê xwendevanan.

Li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê gotûbêja Nadirov

Wê li ser bîranînên Nadirov di 2yê Cotmehê de li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê gotûbêjek bê kirin. Di gotûbêja ku wê ji hêla Weşanxaneya DOZê ve bê organîzekirin de, Narîn Nadirova û Salih Kevirbirî wê li ser jiyan, xebatên zanistî yên Nadir Nadirov û naveroka pirtûka bîranînan a ku ji bo kurdî hate qezenckirin biaxivin.