Zanyarê Kurd, Maresalê Petrol û Gazê Prof. Dr. Nadir Nadirov koça dawî kir

24 tebax 2021 15:46
Zanyarê Kurd, Maresalê Petrol û Gazê Prof. Dr. Nadir Nadirov koça dawî kir

PeyamaKurd – Zanyarê Kurd, Mareşalê Petrol û Gazê Prof. Dr. Nadir Nadirov koça dawî kir.

Li gor nivîskar û rojnamevan Hejarê Şamil diyar kiriye, Prof. Dr. Nadir Nadirov îro koça dawî kir.

Hejarê Şamil daye zanîn, ‘‘Prof. Dr. Nadirov demeke dirêj e nexweş bû, gelek nexweşiyên wî hebûn û nêzî mehekê li nexweşxanê tedawî dibû. Bi amûra hilmijê girêdayî bû û nikarîbû bipeyive. 4 roj berê min agahî wergit, ji min re gotin, ‘‘Rewşa wî baş e, ew ê ji nexweşxanê derkeve.’’  Îro me bihîst ku li paytexta Kazaxistanê Nûr Sûltan (Almataya Kevn) koça dawî kiriye. Piştî Kinyazê Îbrahîm, me derb li ser derbê xwar.''

Bûka Prof. Dr. Nadirov jî li ser hesabê xwe yê Twittêrê peyamek belav kir û got: ‘‘Mixabin min îro bavê xwe winda kir. Wateya gotinan nema.’’

NADİR NADİROV Kî ye?

Nadir Nadirov di 6ê Rêbendana 1932an de, li Nahçivanê jidayik bû. Di sala 1933an de, ew bi malbata wî re, koçberî Kazaxistanê kirin. Li Kazaxistanê Seroktiya Komeleya Kurd (Berbang) û yekem Cîgirtiya Serokatiya Akademiya Endezyarên Kazaxistanê kiriye.

Herwiha Birêvebirê Navenda Zanyarî ya Neftê jî bû. Di derbarê koçberkirina tevahî ya Kurdan ji aliyê Yekîtiya Sovyetê lêkolînên dîrokî kir. Profesor Nadirov, li Kazaxistanê ‘Mareşalê Gaz û Petrolê’ bû.

Di sala 2010an de jî, şêwirmendiya Serokkomarê Kazaxistanê kir.