Parêzgerê berê Sonel anîn dadgehê: Ez parêzgerê dewletê me, ez îfadeyê nadim!
Parêzgerê Dêrsimê yê dema “windabûn -kuştin” a keça kurd Gulistan Doku Tuncay Sonel, ji bo lêpirsînê ji aliyê polîsan ve anîn Dadgeha Erziromê. Hat ragihandi ku, Toncay Sonel, îfade nedaye polîsan û gotiye, “Ez parêzgerê dewletê me, ez îfadeyê nadim polîsan.”
RûpelNews - Tê çaverêkirin ku li Dadgeha Erziromê ji aliyê Serdozgeriyê ve derbarê dosyeya “wendabûn an kuştin” a Gulistan Doku de îfadeya parêzberê berê Tuncel Sonel bê girtin.
Gulistan Doku ji 2020an de bêseroşûn e
Lêprsîna derbarê dosyeya Gulistan Doku ya ku ji 5ê Çilaya 2020an ve tu agahî jê nehatine girtin de berdewam dike. Doku di dema ku li Zanîngeha Munzurê xwendekar bû di nava bûyereke ku navê Parêzgerê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, kurê wî Mustfa Turkay Sonel û gelek kesên din jî tê de derbas dibe de bêseroşûn bû.
Di vê çarçoveyê de hate niha kurê parêzger û serpizîşkê berê yê Nexweşaneya Dêrsimê yê wê demê Çagdaş Ozdemîr û 9 kesên têkildar bi giştî 11 kes hatine zindanîkirin.
"Ez parêzgarê dewletê me"
Hat ragihandin ku Tuncay Sonel, di dema binçavkirina xwe ya li Rêveberiya Ewlekariyê ya Parêzgeha Erzirumê de wiha bersiva pirsên ku jê hatine kirin da: "Ez parêzgerê dewletê me. Ez ê îfadeyê nedim polîsan. Ez mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tînim."
