Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê çû dadgehê: Parastina xwe dê bike

07 îlon 2026 15:26

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, ku bi 'sivikatiya Serokomê Tirkiyeyê' tê tohmetbarkirin çû dadgehê dê parastina xwe bike.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê çû dadgehê: Parastina xwe dê bike

RûpelNews - Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ku derbarê wî de bi tohmeta "heqaretkirina li Serokomarê Tirkiyeyê" lêpirsînek hatiye destpêkirin, ji bo îfadedayînê çû dadgeha li Enqereyê.

Serokên Partiya DEVA Ali Babacan û Partiya Saadetê Mahmut Arikan jî gihîştin dadgehê da ku piştgiriya xwe ji Davutoglu re nîşan bidin.

Çi qewimîbû?

Davutoglu di axaftinekê xwe de ku de li Bîngolê di Îlona 2021an de kiribû ev tişt gotibûn: "Wan bi milyaran li ser milyarên xwe zêde kirin, ji qezenca nehelal xwarin û kesên derdora xwe dewlemend kirin. Wî zavayê xwe kir wezîr, xizmên xwe dewlemend kirin û Tirkiye radestî pênc peymankaran kir."

Piştî van gotinan Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê di 3yê Îlonê de ragihand ku lêpirsînek li ser tohmeta "heqaretkirina li Serokomar" hatiye destpêkirin.