Derheqê waliyê berê Tuncay Sonel de lêpirsîneke nû

21 gulan 2026 13:41

Der barê parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ê ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibû girtin, lêpirsîneke nû hat vekirin. Tê îdiakirin ku Sonel bûye sedema zirareke mezin a bi milyonan lîrayan ji bo dewletê.

Derheqê waliyê berê Tuncay Sonel de lêpirsîneke nû

RûpelNews - Waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku ya li Dêrsimê di sala 2020an de wenda bûbû bi îdiayên ku wî "delîl veşartine û hin delîl guhertine" hatibû girtin.

Derheqê Tuncay Sonel de lêpirsîneke nû ya îdarî ji ber îdiayên "zerara giştî" hatiye destpêkirin.

Li dijî Sonel, bi tawana "bi îstismarkirina bandora posta fermî zirar gihandina fonên giştî", hem lêpirsînên cezayî hem jî yên îdarî hatine destpêkirin. Di lêpirsînê de tê îdiakirin ku piştî windabûna Gulistan, Sonel bûyera wendabûnê weke ku Gulistan xwekuştibe nîşan daye û bi vê armancê çavkaniyên giştî seferber kirine û bi vî awayî bi milyonan lîra zirar gihandiye xezîneya dewletê.

Piştî rapora ku dê ji aliyê mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî û lêkolînên pisporan ve were amadekirin, tê payîn ku ji ber sûcê doz li dijî Sonel were vekirin. Heke parêzgarê berê di vê dozê de were mehkûmkirin, tê payîn ku milyonên lîrayên fonên giştî yên ku di bin navê operasyonên lêgerînê de hatine pûçkirin, bi awayekî qanûnî jê werin standin.