Ji bo hevjîna waliyê berê Tuncay Sonel daxwaza desteserkirinê
Di lêpirsîna kuştina Gulistan Doku de daxwaza desteserkirina hevjîna waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel hat xwestin.
|
Türkçe
RûpelNews - Waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel bi hinceta 'veşartina belgeyên fermî, tunekirina delîlan' di lêpirsîna kuştina Gulistan Doku de ku li Dêrsimê 2020an de hat windakirin û cinazeya wê hêj nehatiye dîtin hatibû girtin. Ligel Sonel heta niha 12 gumanbar hatin girtin.
Parêzerê malbata Gulistan Doku serî li dozgeriyê da û daxwaza desteserkirina hevjîna Tuncay Sonel Handan Sonel kir.
Parêzerê malbata Gulistanê Alî Çîmen ligel desteserkirinê daxwaza girtina Handan Sonel kir û ragihand ku ne mimkun e ku Handan Sonel ji buyera Gulistan Doku agahdar nebe.
