Lêpirsîna Gulistan Doku: Tê payîn ku parêzgarê berê Sonel bînin dadgehê

21 nîsan 2026 09:36

Di lêpirsîna dosyeya Gulistan Doku de parêzgerê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ê ku ev du roj bûn li Erzirumê binçav bû tê çaverêkirin ku îro ji bo dozgeriyê bê şandin.

Lêpirsîna Gulistan Doku: Tê payîn ku parêzgarê berê Sonel bînin dadgehê

RûpelNews - Hatiye ragihandin ku hejmara girtîyên di lêpirsînê de derketiye 11an.Parêzgerê berê Tuncay Sonel ku di nav binçavkiriyan de ye, tê payîn ku îro jî bo serdozgeriya Erzirumê were rêkirin.

Gulistan ji 2020an ve "Wendayî" ye

Di lêpirsîna li ser çarenûsa xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ku di 5ê Çileya 2020an de li Dersimê winda bû, pêşketinên girîng çêdibin.
Hate destnîşankirin ku Gulistan Doku berî windabûna xwe, herî dawî li derdora Bendava Uzunçayirê hatiye dîtin. Her çend piştî wê rojî li herêmê operasyonên lêgerînê hatin meşandin jî, ti encam jê derneket.

"Malbata wê dev ji lêgerîna xwe ya ji bo dadweriyê bernedaye"

Her çend doz di destpêkê de ji bo demeke dirêj wekî doza 'kesê windabûyî' hatibe lêkolînkirin jî, paşê di bin kategoriyên 'windabûna bi guman' û piştre jî 'kuştin' de ji nû ve hat nirxandin. Lêbelê, malbata wê bi salan e ku ji bo ronîkirina çarenûsa Gulistan Doku li pey lêgerîna xwe ya dadweriyê diçe.

Hê jî ne diyar e ka dê di çarçoveya lêpirsînê de girtinên din çêbibin an na. Tê ragihandin ku delîlên di dozê de hatine komkirin dê di qonaxa dozgeriyê de bi hûrgilî bên nirxandin.
Serbijîşkê berê jî hat girtin

Di vê navberê de, serbijîşkê berê, Çagdaş Ozdemir, ku di çarçoveya lêpirsîna li ser îdiayên ku tomarên nexweşxaneyê yên Gulistan Doku hatibûn jêbirin de hatibû binçavkirin, hat girtin.