Di lêpirsîna Gulistan Doku de hurguliyeke nû derket holê

25 tebax 2026 12:40

Ali Çimen ê parêzerê malbata Gulistan Doku ya ku ev 6 sal in winda ye diyar kir ku şahidê nenas di îfadeya xwe de got ku Doku li herêma Rostanê hatiye kuştin û lê zêde kir ku Mustafa Turkay Sonel ê kurê parêzgarê berê Tuncay Sonel heşt roj piştî bûyerê şev li heman herêmê maye heta ser sibehê.

Di lêpirsîna Gulistan Doku de hurguliyeke nû derket holê

RûpelNews - Di lêpirsîna li ser çarenûsa Gulistan Doku de, ya ku ji 5ê Çileya 2020an ve li Dêrsimê winda ye, hûrgiliyên nû derketin holê. 

Li gorî agahiyên ku ji aliyê parêzerê malbata Doku, Ali Çimen ve hatine dayîn, şahidekî veşartî ku di dosyeya lêpirsînê de bi navê kodî 'Sibat' tê binavkirin îdia kir ku Doku di 5ê Çileya 2020an de li herêma Rostanê hatiye kuştin û li cihekî nêzîk hatiye veşartin.

Çimen diyar kir ku îfadeya şahidê veşartî ligel tomarên ji Sîstema Şopandina Cihê Telefonên Destan (HTS), Sîstema Çavdêriya Kamera Trafîkê (KGYS) û Sîstema Nasîna Plaqeyên Wesayîtan (PTS) hatiye nirxandin.

Li gorî daneyên lêpirsînê yên ku ji aliyê Parêzer Çimen ve hatine pêşkêşkirin, sînyala dawî ya mobîl a ku ji telefona Gulistan Doku hatiye tespîtkirin, ew jî ji cihekî nêzîkî herêma Rostanê derket.

Tomarên HTSê nîşan didin ku ligel Mustafa Turkay Sonel ê ku di lêpirsînê de wek gumanbar hatiye binavkirin Şukrü Eroglu, Fatih Ozmen, Erdogan Elaldı û gumanbarê fîrarî Umut Altaş jî di dema ku tê îdiakirin Doku hatiye kuştin de, li herêma Rostanê amade bûn.

Çimen diyar kir ku daneyên stasyona bingehîn a GSMê her wiha ji aliyê tomarên KGYS û PTSê ve jî hatine piştrastkirin.

Hat destnîşankirin ku hûrgiliyeke din a girîng a di lêpirsînê de bi 13ê Çileya 2020an ve girêdayî ye.

"Kurê walî 8 rojan piştî bûyerê şevekê li herêmê maye"

Li gorî agahiyên ku parêzer Çimen parve kirine, Mustafa Turkay Sonel heşt roj piştî bûyerê şevê li cihê Rostanê ku tê îdiakirin ku Gulistan Doku li wir hatiye kuştin û veşartin derbas kiriye û heta serê sibê li herêmê maye.

Lêpirsîna Gulistan Doku

Gulistan Doku di 5ê Çileya 2020an de li Dêrsimê winda bû. Tevî bi salan lêgerînê, ew nehatiye dîtin.

Piştî vekolîneke nû ya dozê di sala 2026an de, lêpirsîn hate berfirehkirin. Derbarê Tuncay Sonel ê Waliyê berê yê Dêrsimê, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, û gelek gumanbarên din de lêpirsîn hatin destpêkirin.

Mustafa Turkay Sonel û Erdoğan Elaldı bi tohmetên 'kuştinê' hatibûn girtin. Her wiha li dijî hin gumanbarên din jî ji ber îdiayên veşartin an jî tunekirina delîlan doz hatibû vekirin û hatin girtin.

...