Di dosyeya Gulistan Doku e biryara zindanîkirina kurê parêzgerê berê hat dayîn
Di lêpirsîna li ser dosyeya wendabûna Gulistan Doku de pêşketineke nû çêbû. Dadgehê, derbarê Mustafa Turkay Sonel ê ku kurê parêzgarê wê demê Tuncel Sonel de biryara zindanîkirinê da.
RûpelNews - Bi vî awayî hejmara kesên ku hatine zindanîkirin bûn deh. Derbarê du kesên din yên binçavkirîne de lêpirsîn berdewam dike. Yek ji wan kesên binçavkirî parêzgerê wê demê Tuncay Sonel e ku niha ji aliyê Cendirmeyên Erziromê ve îfadeya wî tê girtin. Tê çaverêkirin ku piştî lêpirsînê ji bo dadgehê bê şandin.
Mustafa Turkay Sonel ê ku kurê Tuncay Sonel ê wê demê parêzgerê Dêrsimê bû, di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hat zindanîkirin. Îdiayên ku ji aliyê birayê Umut Aktaş ve hatine kirin, ku ji bo wî Agahdariya Sor a Interpolê hatiye derxistin, jî di dosyeya dozê de hatine bicihkirin. Birayê Aktaş îdia kir ku Doku ji aliyê Mustafa Turkay Sonel ve rastî destdirêjiya seksî hatiye û wî ew kuştiye ji ber ku ew ducanî bûye.
Di çarçoveya lêpirsînê de bi giştî deh gumanbar hatine girtin.
Navên kesên hatine girtin ev in:
Hevalê berê yêGulisan Doku Zeînal Abakarov, bavê mêrê diya Zeînal, Engîn Yucer (polîsekî berê), dayika Zeînal Cemîle Yucer, Erdogan Elaldi, ku li Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ya Dêrsimê dixebite, polîsê berê yê ji kar avêtî Gokhan Ertok, nobedarê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu, Ferhat Guven ê ku bi Sonel re têkildar e, dê û bavê Altaş, Celal û Nurşen Altaş û kurê Tuncay Sonel Mustafa Turkay Sonel
Du kes hatin berdan
Savaş G. û Suleyman O., yên ku berpirsiyarên kamerayên ewlehiyê yên Zanîngeha Munzurê bûn, bi kefaletê û di bin çavdêriya dadwerî de hatin berdan û qedexeya rêwîtiyê li ser wan hat danîn.
Ugurcan A. jî bi kefaletê û di bin çavdêriya dadwerî de hat berdan, û qedexeya rêwîtiyê li ser wî hat danîn.
Ew axaftina girîng jî kete nav dosyayê
Derket holê ku Sîdar Altaş, birayê Umut Altaş ku piştî windabûna Gulistan Doku çûbû Amerîkayê, bi parêzerê malbatê re axiviye û Turkay Sonel ê kurê Parêzgar Tuncay Sonel tawanbar kiriye Di vîdyoyeke ku di dosyeya dozê de cih girtiye, Sîdar Altaş dibêje: "Ez amade me ku li gorî agahiyên xwe alîkariyê bikim. Li gorî tiştên ku min di dema lêpirsîna Umut de fêm kirin, Turkay gotiye, 'Keçik ducanî bû, lewma min gule di serê wê de teqand.' Ev hevok, 'Min gule di serê wê de teqand', çend caran derbas bû."
