Parêzerên Ocalan: ‘Wê HDP biryara xwe bide’

21 hezîran 2019 15:12
Parêzerên Ocalan: ‘Wê HDP biryara xwe bide’

PeyamaKurd - Piştî daxuyaniyên Doç. Ali Kemal Ozcan ên derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan a 18ê Hezîranê, îro (21.06.2019) parêzerên Ocalan jî daxuyaniyek dan û diyar kirin ku Ocalan ji wan re gotiye di hilbijartinên Stenbolê de biryara dawî ya HDPê ye.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê derbarê hevdîtina bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên Doç Ozcan de, daxuyaniyeke nivîskî dan û peyama Ocalan bi rayagiştî re parve kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Serokê PKKê Abdullah Ocalan dike, derbarê hevdîtina 18ê Hezîranê de daxuyanî dan rayagiştî.

Parêzerên Ocalan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Ocalan ji wan re gotiye di hilbijartinên Stenbolê de biryara dawî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.

Li gorî daxuyaniya parêzeran Ocalan gotiye, “ Divê HDPê xeta xwe biparêze. Divê HDP mijarên wiha di nava xwe de gotubêj bike û taliya talî HDPya ku wekî partiyeke siyasî xebatan dimeşîne, biryara xwe ya dawî bide.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hişmendiya hevpeymaniya demokratîk ku di HPDê de hatiye pê, divê di hilbijartinên rojane de nebe alîye û spartekek. Divê angajeyî siyasetên berteng ên rojane nebe û çawa ku heta niha xeteke wê bêalî hebû, divê di wê xetê de bi israr be.”