Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kir

30 berfanbar 2024 16:31
Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kir

PeyamaKurd – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ku bi miwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê û midîriyeta girtîgehê da.

Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kir. Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, (MA) serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Mazlum Dînç ve hat kirin.

Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midîriyeta Saziya Ceza ya Îmraliyê da, ji bo miwekîlên xwe yên din ên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê dan.

Piraniya serlêdanên hevdîtinê yên ku ji aliyê parêzerên Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ve tên kirin, nayên bersivandin.

Di bersivên Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê de, bi hinceta “cezayê dîsîplînê”, heta 6 mehan hevdîtina parêzeran hat qedexekirin.

Qedexeya hevdîtina parêzeran a di dema Rewşa Awarte (OHAL) de ku di tîrmeha 2016an de hatibû ragihandin, heta sibata 2018an berdewam kir. Piştî vê dîrokê serlêdana parêzeran a hevdîtinê ji bo 6 mehan dest pê kir. Di 3yê gulana 2024an de biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran a Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ev 6 meh in ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatiye dayîn.

Bi biryara dawî ya qedexeyê re, di nava 8 salan de herî kêm di 6 mehan de 14 caran hevdîtina parêzeran li Abdullah Ocalan hat qedexekirin.