Şandeya Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Ocalan re daxûyanî da

03 tebax 2026 11:47

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di 2ê Tebaxê de li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civînek li dar xist, ku nêzîkî sê saetan dom kir. Piştî civînê, şandeyê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û peyamên ku Ocalan xwestibû bigihîne raya giştî parve kirin.

Şandeya Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Ocalan re daxûyanî da

RûpelNews - Li gorî daxuyaniyê, Ocalan nirxandin li ser xebatên ku tên meşandin û "berpirsiyariyên dîrokî" yên serdema pêş me kir. Di peyama xwe de, Ocalan gotina "Rêwîtiyeke hezar kîlometreyî bi gaveke yekane dest pê dike" bi kar anî û diyar kir ku guhertinên yasayî yên ku niha tên amadekirin armanc dikin ku "pirsgirêkeke dîrokî çareser bikin."

Li gorî daxûyaniya Şandeya Îmraliyê peyama Abdullah Ocalan wiha ye: “Rêya hezar kîlometreyan bi gavêkê dest pê dike. Em bi vê qanûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî dest bi meşa dirêj dikin û dikevin rê. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne ku qasî avakirina Komarê girîng e. 

Çawa ku di avakirina Komarê de ked û fedekariyeke mezin hate nîşandan, niha jî ji bo komara demokratîk pêwîst e em bi heman cidîyetê bixebitin. 

‘Ev xizmeteke mezin e ji bo 86 milyon kesî’

Ev ne tenê ji bo gelê Kurd an jî bo beşeke civakê ye. Ev ji bo her kesê li ser vê axê dijî pêwîstiyek e. 
Gava ku were avêtin, dê li çarenûsa welat û herêmê bandor bike. Ew ê rê li ber pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aborî veke. Ev xizmeteke mezin e ji bo 86 milyon kesî. Em ê bi rêxistiniya civakê derketineke dîrokî bikin. 

Ev gav dê ji bo aştî û aboriyê alîkariyeke mezin bi xwe re bîne. Hêj her tişt nehatiye çareserkirin. Lê rewşek ku nêzîkbûna neyînî bixwaze jî tune ye. 

Ya girîng ew e ku ev gav rast were têgihiştin û her kes ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsiyarî bigire ser xwe. Qanûna ku siyaset dê wê derxe, mifteyek e ku rêya vê pêvajoyê veke. Bi vê gavê re deriyê komara Demokratîk heta dawiyê vedibe.”