Malbata Ocalan serlêdana çûna Îmraliyê kir

09 tebax 2019 19:36
Malbata Ocalan serlêdana çûna Îmraliyê kir

PeyamaKurd - Malbata Serokê PKKê yê li Girava Îmralî zindanîkirî Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên ligel wî dimînin, ji bo hevdîtina Cejna Qûrbanê serî li serdozgeriyê dan. 

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç ji bo hevdîtina cejnê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 

Malbatên girtiyên din ên ligel Ocalan girtî ne Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran xwe serlêdana cejnê li serdozgeriyê kirin. 

Malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş piştî sala 2015’an yekem car di 5ê Hezîrana 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn. 

Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî 7ê Tebaxê pê re hevdîtin kiribûn û doh jî bi daxuyaniyekê naveroka hevdîtinê ji raya giştî re ragihandibûn ku Ocalan gotibû, ew ji bo dawîanîna şer û ji bo çareseriyê amade û dikare di hefteyekê de jî çareser bike.