Malbata Ocalan li Îmraliyê pê re hevdîtin kir

03 adar 2020 23:03
Malbata Ocalan li Îmraliyê pê re hevdîtin kir

PeyamaKurd - Malbata serokê PKKê yê li girava Îmralî zîndanîkirî Abdullah Ocalan îro 3yê Adarê li Îmraliyê serdana wî kir.

Buroya Asrin Hiquqê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku malbatên girtiyên li Îmraliyê Abdullah Ocalan û kesên ligel wî dimînin Amer Hayri Konar û Veysi Aktaş’ serdana wan kirine û bi wan re hevdîtin pêk anîne.

Beriya niha bi çend rojan li girava Îmraliyê bûyereke şewatê çêbûbû û parêzên Ocalan ji bo aqûbeta Abdullah Ocalan bizanin, daxwaza hevdîtineke bilez li Îmraliyê kiribûn.

Ji hilbijartinên giştî yên sala 2019an ve ti hevdîtineke parêzer û malbatan bi Abdullah Ocalan re nehatibû kirin.