Aksener: Me bihîstiye ku AKPê li Îmraliyê bi Ocalan re dest bi hevdîtinan kiriye!
PeyamaKurd - Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di bernameyeke televizyoneke Tirk de got ku wan bihîstiye deshilatdariya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin dane destpêkirin.
Meral Akşener di bernameya FOX TV ya Tirkiyê de li ser babeta dayîna wezaretekê bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: “Du partiyên ku helwesta wan li hember hev gelek zelal e; ÎYÎ Partî û HDP. HDP jî dibêje cihê ku ÎYÎP lê hebe, ew lê tune ye.”
Akşener di dewamê de diyar kir: “Ji ber helwesta me ya li hember HDPê, yekser li ber me tiştekî weke 'Şeş milyon dengdêr' derdikeve pêş. Rêzgirtina me yek bi yek li wan şeş milyon dengdêran bêsînor e. Dengdêr di dayîna dengê xwe de azad e. Divê em rêz lê bigrin. Eger mimkun be, em bikarin dengên wan dengderan jî bi dest bixin, mesele ev e.”
Herwiha Akşener got ku wan bihîstiye deshilata AKPê li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin