OPEC+ hilberîna petrolê bermîl zêde dike
PeyamaKurd – Rêxistina ji welatên petrolê hinarde dikin (OPEC) û welatên derveyî wê hilberînê din OPEC+ biryar da ku di meha Îlonê de rojane 100 hezar bermîl hillberîna petrolê zêde bike.
Di civîna online a OPEC+ ya bi beşdardiya nûnerên 13 welatên OPEC û 10 welatên derveyî OPECê ku bi pêşengiya Erebistana Siûdî hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku ji meha Îlona 2022yan pê de rojane 100 hezar bermîl hilberîna petrolê were zêdekirin.
Hat diyarkirin ku ew biryar ji ber kêmbûna veberhênanê û qutbûna enerjiyê ya muhtemel hatiye dayîn ku wê hilberîn bi qedeme were zêdekirin.
Civînê bê ya koma OPEC+ jî 5ê Îlonê wê were lidarxistin ku biryarên OPEC+ bandoreke mezin li bazarên petrolê yên cîhanê dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin